1. nivîskarek ê tirşikê ye.. hemû peyamên wî yên di tirşikê de derheqê wênegir û wênekêşê fermî yê kurdistanê mehmet masum süer de ne.. kurdiya wî/wê xweş e û agahiyên têrker û tetmînkar dide.. |
|
05.09.2013 14:44 |
endazer
|
2. aktorê sereke yê dîwana mem û zînê ya şairê kurd ehmedê xanî û destana memê alan.. navek xweş û sivik û levhatî yê kurr û lawan.. muhtemelen bi kurtebirrîna navê muhemed an mihemed yê bi erebî çêbûye.. di folklora kurdan de wekê remz û sembola eşqê û sewdaseriyê tê bikar anîn.. di stranên vê paşiyê yên ku ji dest û devê stranbêjên kurd ên lokal ên ji bakurê kurdistanê derketÎne de jî wekê remza mêrên dilketî tên bikar anîn; wek nimûne; ez bûme wek memê alan.. û di nav civak û cimaeta kurdan de bipirranî navê kesên mem wek memo an memê tê hildan.. filan.. |
|
05.09.2013 14:55 |
endazer
|
3. navê gelek nîvîskarên kurd e. ê navê wî mehmet, mahmut û muhammed hetta ahmet jî, gişa navê xwe kiriye mem. çend heb mem, biborin çend mînak: |
|
21.02.2014 02:14 |
seydayê_peyvan
|
4. mem mîna genên çandî bihesibînin. ew mîna gen, agahiyên çandî ji nifşên pêş ji nifşên paş re neqil dike û jiyana/hebûna çandan dide berdewamkirin. |
|
03.10.2018 15:42 |
biruya hayao miyazaki
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |